|
![]() |
|
|||||||
| Kayıt ol | Cezalilar | Tüm Albümler | Yardım | Üye Listesi | Ajanda | Arama | Bugünki Mesajlar | Forumları Okundu Kabul Et |
| Pêkenok (Fıkra) Pêkenokên Kurdî |
|
||
![]() |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) |
|
Super Moderator
![]() |
Ez ci bikim hun ji wisa bikin.
Gundî ji xwe re mizgeftê (meçît) çê dikin. Ji bo hînî limêjê (nimêj) bibin gazî meleyekî dikin û jê re dibêjin: - Meleyê delal, em nizanin limêjê bikin. Divê tu me hîn bikî. Mele ji wan re dibêje: - Limêj û hînkirina wê hêsan e. Min çi kir hûn jî wisa bikin. We fem kir? Gundî bi hev re bersivê didin: - Erê, fem kir. Mele dest bi limêjê dike, gundî çav didine wî û wek wî dikin. Ciyê ku mele li ser limêjê dike ji textan çêkirine. Texte jî ji hev firk in, ji hev hinekî dûr in û bi celxe ne. Mele xwe davêje erdê û dibêje: - Allah û Ekber! Gundî xwe davêjin erdê dibêjin: - Allah û Ekber! Dema ku mele serê xwe datîne erdê, pozê wî dikeve mixê celxê û mele nikare pozê xwe ji mixê derxe. Mele diqîre: - Ay li min! Gundî hemû bi hev re dibêjin: - Ay li min! Mele dibêje: - Ez rastî dibêjim ay li min! Gundî dibêjin: - Ez rastî dibêjim ay li min! Mele îcar dibêje: - Pozê min çiriya! Gundî dibêjin: - Pozê min çiriya! Mele dibîne bi vî awayî çareserî nayê, serê xwe berk kaş dike û pozê wî diçire. Mele radibe û direve. Gundî jî pê re radibin û direvin. Mele bi zorê xwe ji gund xelas dike. |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® JiyanBoard Version
Copyright ©2007 - 2009, Jelsoft Enterprises Ltd. |
![]() |