|
![]() |
|
|||||||
| Kayıt ol | Cezalilar | Tüm Albümler | Yardım | Üye Listesi | Ajanda | Arama | Bugünki Mesajlar | Forumları Okundu Kabul Et |
|
||
![]() |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) |
|
ROJ
![]() |
Rengîn û xemgîn 1
Xemgîn: Tingir tingir-taq tîz-tîz.... Loy loy loy ax... Hozan im, ez tembûrvan im. Rengîn: Maşellah! Xemgîn maşellah! Kuro ev çi hal e loş Te îcar jî dest bi hozanî û tembûrvaniyê kiriye, tu ji bo çi îro ewqas bi kêf îş Xemgîn: Ez baş im keko, ez baş im wekî turpê şaş. Rengîn: Ji bo çi keko, ew tiştê ewqas kêfa te aniye çi yeş Xemgîn: Xweş guh bide min. Doh êvarê janê didanê min girt, ez gelek pê êşiyam. Bavê min got: “Kurê min rabe ez te bibim nexweşxanê, bila didanê te bikşînin.” Rengîn: Baş e keko, tu çûy yan naş Xemgîn: Na keko, wellehî ez neçûm! Rengîn: Weey! mala min kuro, ma tu dînê bêhiş î! Xemgîn: Ji ber çi kekoş Wellehî ez ne dînê bêhiş im. Rengîn: Lê tu çi yîş Xemgîn: Uhu uhu uh! Himm han hum... Ez, welleh ez xortekî ciwanmêr im. Rengîn: Tew, tew, tew xorto. Ma ev ciwanmêrdiya te ciwanmêriyek çawa ye ku tu ewqas pê şa dibîş Xemgîn: Guh bide min keko. Ez neçûm nexweşxanê. Min got ez çi bikim, çi nekimş Dawiyê min qerar da ku ezê bixwe vî didanê xweyî biêş bikşînim. Rengîn: !!!şşş Xemgîn: Loma min çû derziyek anî, lê derzî gelekî zexim bû. Min serîkek bi didanê xwe, seriyê din jî bi qulpa derî ve girê da. Rengîn: Êêê! Dawiyê... Xemgîn: Belê her tişt hazir bû. Ez jî li benda yekî bûm ku bila derî veke ez jî ji vî didanê biêş xelas bibim. Rengîn: Êêêş Xemgîn: Belê belê, ew dema ku ez li bendê bûm hat. Min hew mêze kir yekî dest avêtiye derî lêbelê çi dike nake nikare derî veke. Rengîn: Hela, hela çi ecêb e! Kuro gelo ji ber çi nikare dervî vekeş Xemgîn: Uhu uhu. Welleh keko. Ez wiha bawer im ku qeweta wî qîmê qeweta didanê min nake. Ji ber vê nikarîbû ku derî veke. Rengîn: Dawiyê keko, dawiyêş Xemgîn: Dawiyê çi bû, bû. Min hew carê mêze kir ku dayika min a delal û bavê min herduyan dest avêtine qulpê derî, carek gotin: “bîsmîllah” û “ya Ellah”. Rengîn: Dee! Xemgîn: Keko carek herduyan dest avêtin derî, derî kaş kirin, didanê minê bêar ji cih derket, û ez heta sibehê rehet rehet raketim. Rengîn: Keko ma eyb nebe, ewê ku pêşiyê dest avêtibû ku nikarîbû derî vekira kî bû. Xemgîn: Ew birayê min ê tewr biçûk bû. Rengîn: !!!şşş GOTINÊ PÊşYA Ziman bê hestî ye, naqerme |
|
Yapa Zeka İle Doğal Ahmaklık Ölçülemez...
![]() |
|
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
Benzer Konular
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cvpl | Son Mesaj |
| gowende rengin 2006 full | xebat_63 | G-H - Stranên Kurdi | 2 | 09-25-2008 03:28 |
| Xelil Xemgin | (Kurdish) | Kürtçe Albüm Tanıtım | 0 | 09-24-2008 23:18 |
| Evîna mina rengîn | xebat_63 | Helbest (Şiir) | 1 | 09-23-2008 01:44 |
| Evîna mina rengîn | Cayemazi | Helbest (Şiir) | 0 | 09-21-2008 22:54 |
| Xelil Xemgin | Gulasor | W-X - Stranên Kurdi | 0 | 09-19-2008 22:30 |
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® JiyanBoard Version
Copyright ©2007 - 2009, Jelsoft Enterprises Ltd. |
![]() |