|
![]() |
|
|
#1 (permalink) |
|
ROJ
![]() |
Ez fêr bûm
Demsal buhare , zilamek ji jor dakete deştê nav koçerên pez , dema bêriyê ye , bêrîvanî pez bêrî dikin , û didoşin . Ewî zilamî xwe qulûz kir , û xwe li nav pez qeliband , pez cefilî , û li bêrîvanan qelibîn , beroş û salilên şîr li ser qadê û bi ser wan de rijiyan . Bêrîvan li wî zilamî kom bûn , û pêketin lêxistin , ewî go :"Bavo , ma hûn çima li min dixin ? " Bêrîvanan lê vegerandin : "Lawo , ma xelk wilo dikin ?" - Ma çilo ? - Tu bihata , û te bigota : bereket be – bereket be ….. - Başe , ez fêr bûm … dikolin, go : "Bereket be, bereket be" Dîsa xelk pê de xeyidîn , ewî go : "Bavo , ma ez çi bêjim ? " Gotin : "Te bigota , bera hûn sax bin , rehme lê be". Go : "Başe , ez fêr bûm" Ew zilam ji wir çû gundekî din , dît ku Şahiye , û xelk dîlanê dikin , gurmîna def û zirnê ye , go : "Bere hûn sax bin , rehma Xwedê lê be " Mirovên zavê pêde xeyidîn, ewî go : "Ma ez çi bêjim, hema ez bi kû de diçim , xelk bi min de dixeyidin ". Ewan lê vegerandin:"Te bigota: ser xêrê be, û pîroz be " Go: "Başe, ez fêr bûm, lê ez nema tiştekî ji kesî re dibêjim" |
|
Yapa Zeka İle Doğal Ahmaklık Ölçülemez...
![]() |
|
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| bûm, fêr |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® JiyanBoard Version
Copyright ©2007 - 2009, Jelsoft Enterprises Ltd. |
![]() |