FORUM Portal Albümlerim Sosyal Gruplar Kimler Online Bugünki Mesajlar
Geri git   JiyanBoard.org > FORUMA KURDÝ -KÜRTÇE FORUM > Foruma Kurdi > Çirokên Kurdî
Kayıt ol CezalilarTüm Albümler Yardım Üye Listesi Ajanda Arama Bugünki Mesajlar Forumlarý Okundu Kabul Et

Konu Bilgileri
Konu Baþlýðý
Rb. (Rûmetbilind) Nûh
Konudaki Cevap Sayýsý
0
Þuan Bu Konuyu Görüntüleyenler
 
Görüntülenme Sayýsý
5

Yeni Konu aç Cevapla
 
LinkBack Seçenekler Stil
Alt 10-18-2008, 13:30   #1 (permalink)
ROJ
 
Cayemazi - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
 
Üyelik tarihi: Sep 2008
Üye No: 69
Mesajlar: 2,169
Konular: 1710
Referanslari: 0
Arkadaslari: (2)
Cinsiyet: Beran
Kullandigi Tesekkür: 173
Aldigi Tesekkürler: 57
Tecrübe Puanı: 150
Aldigi Puanlar: 910
Cayemazi is a splendid one to beholdCayemazi is a splendid one to beholdCayemazi is a splendid one to beholdCayemazi is a splendid one to beholdCayemazi is a splendid one to beholdCayemazi is a splendid one to beholdCayemazi is a splendid one to beholdCayemazi is a splendid one to behold
Ruh Hali:
Son Aktivitesi: Bugün :   12:26 
Toplam Online Süresi: 4 Gün 19 Saat 2 Dakika 15 Saniye
Submit to Clesto Submit to Digg Submit to Reddit Submit to Furl Submit to Del.icio.us Submit to Jeqq Submit to Spurl
Cayemazi - MSN üzeri Mesaj gönder
Standart Rb. (Rûmetbilind) Nûh

Nûh

Mehneya peyva "Nûh" bi Îbranî ev e: "rihet" an jî "teselî". Nûh ji dûndana kurê Adem Sêt bû, navê bavê wî Lamex e. Nûh bû bavê sê kuran: Sem, Ham û Yafet.


Çavkanî
Çavkaniyên herî kevin ên li ser jiyana Nûh, pirtûkên Tewratê ne. Du pêxemberên din jî, Îþaya pêxember û Hezekiyêl pêxember behsa serhatiya wî kirin.



Nûh di Tewratê de


Çaxê Xwedê erd û ezman afirandin, her tiþt qenc bû.

Lê mirovan zû ne li gor daxwazên Xwedê dikir û gava Xwedê li wan nihêrt, ew poþman bû. Xwedê li erdê nêrî û dît ku çiqas xera bûye. Erd tije zordarî bûbû, çimkî hemû mirovên li ser erdê, riya xwe xera kiribûn.

Xwedê got: «Gerek e hemû mirovên ku guhê xwe nadin min, bên cezakirin.Ezê mirov, heywan û teyrên ezmên ji ser rûyê erdê xîþ bikim.»

Di wan rojan de di hemû dinyayê de mirovek bi tenê hebû ku bi dilê Xwedê bû. Ew zilamek rast û qenc bû û ji Xwedê ditirsiya. Navê wî Nûh bû.

Xwedê ji Nûh re got: «Dawiya hemû mirovan hat. Çimkî ji rûyê wan, erd tije zordarî bûye. Ezê wan ji rûyê erdê helak bikim. Ji xwe re gemiyekê çêke. Di gemiyê de odan çêke û gemiyê ji derve û ji hundir ve zift bike. Divê gemî 133 metre dirêj be, 22 metre fireh be û 16 metre bilind be. Gemiyê sê qat çêke, banê wê jî çêke û deriyê gemiyê bixe teniþta wê.Ezê tofaneke mezin rakim û her tiþtê ku bîhna jiyanê di wan de heye, wê helak bibe. Li ser rûyê erdê, hemû wê bimirin. Lê ezê peymana xwe bi te re girê bidim. Tu û kurên te û jina te û bûkên te, hûnê bikevin gemiyê.»

Nûh li gor emirê Xwedê ji darên mezin gemî çêkir û zift lê xist, da ku av nekeve wê. Gelek odên wê hebûn û banê wê hebû, pencere û derî di teniþta gemiyê de bûn.

Hingê Xwedê ji Nûh re got: «Ji her cûreyê teyr, dewar û heywanan dido dido – nêr û mê – bibe gemiyê, da ku ew bi te re sax bimînin. Û ji hemû heywanên helal ji xwe re heft heft – nêr û mê – bistîne. Û ji her cûreyê xwarinê bi xwe re bibe, da ku ji bo we û wan bibe xwarin. Piþtî heft rojan ezê 40 roj û 40 þevî baranê bibarînim; ezê her tiþtê jîndar ji ser rûyê erdê xîþ bikim.»

Nûh jî her tiþt wek ku Xwedê jê re gotibû kir.

Çaxê Nûh 600 salî bû, di meha diduyan de, di roja 17ê mehê de, hemû kaniyên kûrahiyê derbûn û çaviyên ezmên vebûn û baran 40 roj û 40 þevî li ser erdê barî.

Çaxê tofanê dest pê kir, tam di wê rojê de, Nûh û kurên wî Sam, Ham û Yafet û jina Nûh û her sê bûkên wî ketin gemiyê. Piþtre Xudan derî girt. Û wek ku Xwedê li wî emir kiribû, ji her cûreyê heywan, dewar û teyr, dido-dido li ba Nûh di gemiyê de bûn. Lê hemû mirovên ku guhê xwe nedidan Xwedê li derve man.


Li ser erdê 40 rojî tofan çêbû. Av zêde bû, gemî ji erdê rabû û gemî li ser rûyê avê diçû. Av li ser erdê zehf gelek bilind bû û hemû çiyayên bilind nixumandin. Av heft metre din jî bilind bû û çiya nixumandin.

Her tiþtê ku li ser erdê diliviya – teyr, dewar û heywan û her tiþtê ku li ser erdê diþêle – û her mirov helak bû. Hemûyên li bejê tevde fetisîn; her tiþtê jîndar ku li ser erdê bû, tev hatin xîþ kirin. Tenê Nûh û yên ku bi wî re di gemiyê de bûn man.

Av 150 rojan li ser erdê bilind ma. Hingê Xwedê Nûh û hemûyên ku pê re di gemiyê de bûn, anîn bîra xwe û ba li ser erdê rakir.Kaniyên kûrahiyê û çaviyên ezmên hatin girtin û baran sekinî. Hin bi hin av ji erdê kiþiya û di roja 17ê meha heftan de gemî li ser çiyayên Araratê rûniþt.

Piþtî 40 rojî, Nûh pencera gemiyê vekir û qirik þand derve. Heta ku av li ser erdê zuwa bû, ew vir ve û wir ve firiya.

Hingê Nûh kevok jî þand, ku bibîne ka av ji ser rûyê erdê kiþiyaye an na. Lê kevokê cih ji xwe re peyda nekir û vegeriya ba Nûh, çimkî av hê jî li ser tevahiya erdê bû. Nûh destê xwe dirêj kir, ew girt û anî gemiyê ba xwe.

Piþtî heft rojên din wî carek din kevok þand. Êvarê kevok zivirî ba Nûh û va ye, peleke zeytûnê ê nû jêkirî di nikilê wê de bû. Hingê Nûh zanî ku av ji ser rûyê erdê kiþiyaye.

Piþtî heft rojên din wî cara sisiyan kevok þand, lê ew hew lê vegeriya.

Çaxê Nûh 601 salî bû, di roja 27ê meha diduyan de, erd bi tevahî zuwa bû. Hingê Xwedê ji Nûh re got: «Hûn hemû, tu û jina xwe, kurên xwe û bûkên xwe ji gemiyê derkevin. Hemû teyr, dewar û heywan û hemûyên ku li ser erdê diþêlin derxe, da ku ew li ser erdê belav bibin û zêde bibin.»

Îcar Nûh û her sê kurên wî û jina wî û bûkên wî derketin û hemû heywan û her teyr û her tiþtê ku li ser erdê dilive, hemû jî ji gemiyê derketin.


Hingê Nûh ji Xudan re qurban pêþkêþ kir. Wî ji keviran gorîgehek çêkir û çend heywanên helal û çend teyrên helal anî, serjêkirin û li ser gorîgehê þewitandin, kir gorî. Xudan ew gorî qebûl kirin û bi wan kêfxweþ bû û ji xwe re got:

«Fikrên dilê mirov ji zaroktiya wî ve xerab in, lê dîsa jî ez ji rûyê mirov carek din erdê naxim bin nifirê. Êdî wek ku min kir, ez carek din li her tiþtê jîndar naxim.

Heta ku erd bimîne, çandinî û dirûn, sar û germ, havîn û zivistan, roj û þev xilas nabin.»


Xwedê Nûh û kurên wî bimbarek kirin û ji wan re got: «Zêde bibin û rûyê erdê tije bikin. Tirs û heybeta we wê bikeve ser hemû heywanên erdê û hemû teyrên ezmên, hemûyên ku li ser axê diþêlin û ser hemû masiyên deryayê; ew ji we re hatin dayîn. Ez her heywana ku dilive didim we ku ji bo we bibe xwarin; wek ku min giya û fêkî dane we, ez niha her tiþtî didim we. Lê belê goþtê bi xwîn nexwin. Çimkî jiyan di xwînê de ye.

Bi rastî, kî xwîna we birijîne, ezê hesabê wê jê bixwazim; ezê wê ji her heywanî û ji her mirovî bixwazim.

Her kî xwîna mirov birijîne, Xwîna wî wê bi destê mirov bê rijandin. Çimkî Xwedê mirov di sûretê xwe de çêkir.

Hûn berdar bibin û li ser erdê zêde bibin.»

Hingê Xwedê weha ji Nûh û kurên wî re got: «Ez peymana xwe bi we û bi dûndana we re û bi hemû heywan, teyr û dewaran re,qayîm dikim. Êdî tofana ku erdê helak bike, hew çêdibe. Nîþana peymana ku ez dixim nav xwe û we û her afirînê jîndar ê ku bi we re ye, her û her ji bo hemû nifþan ev e:

Min keskesor xistiye ewran, ewê di nav min û erdê de bibe nîþana peymanê. Kengê ez ewran bînim ser erdê û keskesor di ewran de bê dîtin, ezê peymana di nav xwe û we û her cûreyê afirînên jîndar de, bînim bîra xwe. Êdî ji bo helakkirina her tiþtê jîndar, qet carek din av nabe tofan. Kengê keskesor di ewran de hebe, ezê wê bibînim û ezê peymana herheyî ya di nav min û we û her cûreyê afirînên jîndar de, bînim bîra xwe.»





Nûh di Încîlê de
Di Peymana Nû de 8 caran behsa Nûh tê kirin.

Resmi Orjinal Boyutlarinda Görmek Için Tiklayiniz.

Îsa Mesîh got ku rojên berî ku ewê dîsa bê vê dinyayê, wê wek rojên Nûh bin. "Di wan rojên beriya tofanê de, mirovan dixwar û vedixwarin, jin dianîn û mêr dikirin; heta wê roja ku Nûh ket gemiyê, wan nizanibû ku wê çi bibe heta ku tofan rabû û ew hemû bi xwe re birin. Çaxê Mesîh wê dîsa bê, wê bi vî awayî be. Hingê du mirov wê li nav zeviyê bin, yek wê bê birin û yek bê hiþtin. Du jin wê bi destar bihêrin, yek wê bê birin û yek bê hiþtin. Loma hiþyar bimînin, çimkî hûn nizanin Xudanê we wê kîjan rojê bê." (Metta 24)

Baweriya Nûh tê qebûlkirin: "Bi baweriyê, Nûh, gava ew li ser tiþtên ku hê nedihatin dîtin ji aliyê Xwedê ve hat hiþyarkirin, bi tirsa Xwedê ji bo xilasiya mala xwe gemiyek çêkir. Bi vê baweriyê wî dinya sûcdar derxist û bû wêrisê wê rastdariya ku ji baweriyê tê." (Îbranî 11:7)





Çîroka Pêxember Nûh li gora ola Îslam ê
KEÞTÎYA Rb. Nûh

Ji Rb. Adem û Hava gellekî zarok çê bûn û ewna jî hêdî hêdî zêde bûn. Dû mirina wan neslê wan bi destê zarokê wan berdewan kir. Bi vî avayî pirr pirr salan þûva bêhejmar mîrov serê erdê peyda bûn. Lêbelê ewna ji ser rîya rast der ketin û pirr bednav û bê exlaq bûn. Hev dixistin, hevdira tiþtê nebaþ digotin û car caran jî hevûdin dikuþtin. Wana him Xwedê ra niyaz nedikirin, him ji bo qencîyên ku Xwedê dabû wan jî þûkir nedikirin. Wana bi temamî Xwedê bîra xwe kirî bûn . Wana wer bawer dikir ku, ewna hê hewceyê Xwedê nînin û qet nedixwestin ku tistekî ji wî bibihîsin. Bi ser da jî bi xwe ra ji daran, an jî keviran pût çê kirûn û ber wana da hustîyê xwe xar dikirin û secde dikirin. Bawer dikirin ku va pûtana wana ra alîkarî dikin an jî zerarê didin wana. Lêbelê tenê Xwedê ku, yê mîrê erd û ezmanan e, babetî perestinê ye. Ji ber ku wî, hemû heywan, av, dar û zozan ji bona ku mîrovan ra xizmetê bikin afirandî ye. Wî aqil daye însanan ku bila ser vî kaînatê raman bikin. Wî bi çêyîyên bêhêjmar însan ra alîkarî kirîye û dike. Tav, hîv û stêr daye bin xizmeta wan ku mîrov wextê bipîvên û rê û dirbê xwe bikanin derbixînin. Lêbelê mîrovan dîsa jî dilovanîya Xwedê înkar kirin û pûtên xwe ra secde kirin. Ji bona va mîrovên nebaþ Xwedê wana ra pêxamber Nûh þand ku, wana va kirênê wanî nebaþ dûrbixîne. Rb. Nûh mîrovekê pirr baþ, xwedî teqwa bû û Xwedê pirr bawerî dikir.

Xwedê wîna ra çi got, Nûh wer kir. Wî bi salan gûnd bi gûnd her derî gerîya û kuderê mîrovek dît, jê ra bi dengekî bilind got:

“Ey gellê min, Xwedê afrandarê we ye û tenê ew nîmetên baþ dide we. Dîsa vegerin Xwedê û tenê Wîna ra secde bikin û ji tenê Wî alîkarîyê bixwezin. Ji pûtan ra secde kirinê biqedînin. Ewna tenê dar û kevirin. Ez tenê dixwezim ku þîretekî baþ bidim we, min guhdarî bikin, bawerîya xwe bi Xwedê bînin, ez tistêkî din ji we naxwezim.”

Nav wan da mîrovên dilpak û baqil ji Rb. Nûh ra aha gotin: ”Bi rastî jî gotina Nûh e. Em pûtên mirî ra, ku yên me bi destê xwe çê kirîne ra secde dikin. Ew rast dibejî. Îro þûva werin, em Xwedê ra secde bikin û ji van pûtana dûr bikevin.”

Lêbelê mîrovên dewlemend, qure û xwînsar jî, ku pirahîyê da bûn, nedixwestin guhdarîyê Rb. Nûh bikin û li dij wî derketin: ”Na, va pûtana Xwedê men e ! Em tu carî wana bernadin. Tu kî yî ku em gotina te bikin? Tu mîrovekî belengaz û lawaz î. Lêbelê em mîrovên baqil û sehîkerin. Eger wusa nebûna em dewlemend nedibûn. Em naxwezin guh bidin te.“

Lê Rb. Nûh bêzar ne bû. Tim û tim diçû cem wan û ew dawetî rîya rast dikirin û digot :“ Dest ji van pûtên xwe berbidin!“ Ewna jî lewma pirr diqahrîyan û digotin: “Na tu dînî, çî yî? Me tiþtekî aha hettanî îroj qet nebîhîstî bû. Ey Nûh, te çi bîye, te aqlê xwe wanda kirîye?“

Rb. Nûh jî aha bersiv da:“ Min çewt fam nekin, ez dîn ninim. Xwedê ez we ra pêxamber þandim. Ji ber ku hûn li ser rîya rast derketine û ji putên ku we pê destên xwe çê kirîne ra secde dikin. Va li cem Xwedê tiþtekî pir nebaþ e.” Mêrivekî nav van mîrovan da pirr qahrîya, pê xwe nekanîya û Rb. Nûh ra got:“ Tu mîroveki neçarî. Ma ji bona çîyê te Xwedê te ji mera pexamber biþîne? Ma mîrovekî te baþtir û te dewlementir ji bo vî kara tune bû?“

Rb. Nûh gellekî pozxîn bû: “Belê, ez mêrivekî neçarim. Lêbelê Xwedê qûlê xwe ku, yên bi dil bi Wî girêdayîne pir hez dike. Gava hûn va qezîyana nen û gotina min bikin, wê gavê Xwedê we jî hez dike, we dike cenneta Xwe. Ew afirandarê we ye. Ew rûhê we digrî û we roja qîyametê dîsa hiþyar dike. Xwedê wê rojê we hemû tiþtan dipirse.”

Dû qisedana Rb. Nûh ewna hinekî ber xwe ketin û yêkî ji wan got: “Nûh, ricayek me ji te heye, gava tu tenê mîroven dewlemend û sozdar dor xwe kom bikî, we demê dibe ku em dû te werin. Tev mîrovên neçar û qilêr em naxwezin hev ra bibin. Em naxwezin bidû te tev wana bibin yek, va ji bona me pirr çetin e.“

Bi êþên ji dil Rb. Nûh vî mêrivê poz bilind ra wusa bersiv da: “ Çi sucê mîrovên neçar hene ku neçarî ji wan qewimî ye? Ewna jî xwedî dilekê paqîjin, dilê wan tenê Xwedê ra qûltî kirin û guhdarî kirinê ra hazîrin.“

Ser vê gotina ewna pirr hêrs ketin û bi hevra gotin: “Gava wusa ye, me dûr bisekine. Te teklîfa me qebûl nekir, lewma qet pêwîst nîne ku tu dîsa tev me ser vê mijarîya qezî bikî. Em gotina te nakin.»

Feqet Pêxamber Nûh nedixwest ku dest jê ber bide. Dîsa jî hema hema her roj diçû cem wan û ewna dawetê Îslamê dikir. Guh neda wan û bê razan berdewam kir ku, wan bîne ser rîya rast: ”Ji Xwedê borandinê bixwezin! Ew we diborîne û xelat dike, ser erdê jî rewþa we baþ dibe. Zevîyên we berdar û hasilata we pirr dibe, gellekî zarokan jî dide we. Lêbelê gerek hûn bîra xwe nekin ku Xwedê we afirandîye. Bi rastî va ji bona Xwedê tiþtekî pir hêsane, hela carekî mêze dora xwe bikin, Wî tav, hîv û hemu histêrik jî afirandîye. Wî hemû xweza daye bin emrê we. Hey gellê min, ma hûn ji bona feqîrîya min naxwezin min bawer bikin? Qet ne be bawerîya xwe Xwedê binin. Wî hemû va çêyîtîya û dewlemendîya we ra dîyarî kirîye. Gava hûn hê þîretên min guhdarî nekin, wê demê cezayê Xwedê we ra dibe heq. Ez mirovek ji we me û naxwezim hûn bên ceza kirinê. Gava tofana Xwedê were, wê demê tu kes nikane xwe ber xilas bike!”

Mîrovên yê nedixastin dengê Rb. Nûh bibên, destê xwe dan ser guhên xwe. Hinekan jî pê kincên xwe devrûyê xwe vediþartin ku Rb. Nûh wana nebînî. Rb. Nûh derket hember wan û wan ra got:“ Hîna cezayê Xwedê nehatîye û pirr dereng nine, zu gotina min bikin û îmana xwe ji min bînin!”

Wan devrûyê xwe ve kirin û dadan Rb. Nûh: ”Tu tenê dixazî me bitirsînî. Nûh, tu pirr pêþta terî! Here û tofanê Xwedê mera bîne ! Dema em dîsa gotinên wusayê tirs û xirab te bibîhîsin, em te þûnê da bikujin! Ji bona te îroj þuva tiþtê herî baþ, bê dengî ye! »

Dû çûyîna wan Rb. Nûh destê xwe vekir û dua kir : »Ey Xwedêyê min, min ew dawetê rîya te kirin. Lêbelê wan guhdarîya min nekirim. Min heqqê cezayê te da ewna agahdar kirin, lêbelê wan pê min henekê xwe kirin. Va mîrovana hê terin hê nebaþ dibin û naxazin guhdarî min bikin. Ey Rebbê min, ez ditirsim ku yê dû vana tên jî mîna wan nebaþ bibin, belkî jî vana nebaþtir dibin. Min, bavê min, dîya min, mêr û jinên guhdarî min kirine ef bike. Xwedayê min, wa hemû însanê din jî helak bike.»

Xwedê xastina Rb. Nûh bîhîst û got: ”Pozxîn nebe, Nûh. Metirse jî. Ez gerekî va însanê bê îman giþtîke bixendiqînim. Tenê tu û yê tera dilsozin gerek bifilitin. Min te ra çi got, wer bike! Keþtîkekê mezin çê bike û benda emrê min bisekine.“

Rb. Nûh hema dest pê çe kirina keþtîyê kir. Karekê pir mezin û çetin bû. Þev û roj bê westayî keþtî çê kir. Wexta mirovan bihîst ku Rb. Nûh keþtîyekê pirr mezin çê dike giþt komî serê Nûh bûn û pê henekê xwe kirin, gotin: “Tu li vir çi dikî dînê dur? Tu hê naxazî pexambertîyê bikî? Her hal karên xeratan xweþ ya wî çu û pexambertî cî hiþt. Keþtîyek nava çolê da? Keþtîyek ser erdê zaha? Gerek keþtî çer bê av here? Mirov niha dibînî ku tu dînî!“ Rb. Nûh wiha bersiv da :“Bisekinin û sebir bikin! Gerek hun demekî kin da bibînin, çi dibe“

Wana got: “Na! Nûh, gerek em tu tiþtekê nebînin. Belê, tu mirovekê dînî.“

Roj zu derbaz bûn. Wexta çêkirina keþtîya mezin qedîya, Xwedê Rb. Nûh ra got:“ Niha jî tev malbat xwe û mîrovên dû te hatin bikeve keþtîyê. Hemû cinsên heywanan da jî cot bi cot tev xwe bigre.“

Rb. Nûh tev malbat û mîrovên îman bi wî hanî bûn dest bi kar kirin. Cotek deve, qatir, pez, xezal, gûr, rovî, zurefe, fîl, meymun, mirîþk, xarxarik, qang, kevok, þêr û bi hezaran heywanên mezin û piçuk hanîn kirin keþtîyê. Gellekî av û xarin jî, ji bona malbata xwe û heywanan girt keþtîyê. Wî ji bona heywanan keþtîyê da axûrên piçuk jî çê kir û heywan kirinê. Hemuyan ra cî hebû û tu cîns heywan derva nema. Rb. Nûh dû fermana Xwedê tev malbata xwe sîyarî keþtîyê bû. Derî û þibaqê keþtîyê rind kîp kirin û ser roja mezin ku Xwedê xebera cezayê dabû sikinîyan. Pirr derbaz nebû ew roj hat : Bahakê pirr xurt ewrên giran û tarî tev xwe hanîn. Tav ket talda ewran û hemu der tarî bû. Brûsk vedijîyan û girmîya ewran hemû dûnya dilerzîya. Carê da tofanê dest pê kir û bi çengan baran barîya. Tev baranê her alîyê erdê da jî avê kil da. Hemû mal û melal, rê, baxçe, bostan û daristan jî ketin bin avê. Hîna insanan fam kir ku kareseta Rb. Nûh xeber da bû hat. Berê xwe dan çîyayên bilind ku xwe xilas bikin. Lêbelê her diçû baranê zêde dikir. Avê keþtî rajand û bilind kir, bahê jî da ber xwe. Her alîyê da qêrîn û dengê mîrovan dahat guhê wan. Bela wan hati bû û kesekê nedikanîya xwe biparêzîne.

Rb. Nûh pencirê da temaþeyê der dikir ku hela çi dibe. Carekîda lawê xwe dît. Wî bavê xwe bawer nekirî bû û neketibû keþtîyê. Wî jî dikir derkevî serê çîyakekê ku xwe biparêzine. Rb. Nûh ban lawê xwe kir û got: “Lawê min, çi dibe tev me were, were ser keþtîyê. Mewe hevalê bê bawermendan.” Feqet lawê wî jî wûsa bersiv da: “Na, ez bi xwe dikanim derkevim serê çîyan û xwe biparêzim.” Feqet Rb. Nûh jê dest ber ne da û got:“ Îroj tenê mîrovên ku yê Xwedê jê ra hatîye rehmê tên pariztinê û dikanin stargehkê ba Wî bibînin.“

Hîna Rb. Nûh gotina xwe neqedandi bû ku, pêlgekê mezin ew girt û bir.

Baran þev û roj dibarîya û av bilind dibû. Mal, dar û ber, çîyayên herî bilind jî ketin bin avê. Erd nedahat dîtinê. Her der bû behr. Hemu tiþt ku, yê nedikanîyan avê da jîyana xwe berdewam bikin mirîyan. Bê însan û heywanê keþtîyê da serê erdê kes nema. Av hîna bilind dibû û bahê jî behra reþ û tarî nav hev dixist. Keþtî jî tev pêlê avê diçu û dahat, radijîya.

Hêdî hêdî baran sekinîya, ewrên tarî belav bûn, bah sekinî û car caran jî tavê xwe nav ewran da nîþan dida, ezman sayî bû. Erd demekê dirêj bin avê da ma. Heyan rojekê keþtî derkê ket û cîyê xwe da sekinîya avê ew gerand. Keþtî serê çîyakê sekinîya bû û navê wî jî çîyayê Agrîyê. Wexta Rb. Nûh ji keþtîyê der ket pir dilxweþ bû. Wî Xwedê ra þukir kir ku ew û malbata xwe bi keþtî vê tofana hatin paraztinê. Wexta kurê wî hat bîra wî ew gellekî xemgin bû û got: “Ey Xwedayê min, ew jî malbata min bû. Hemû gotinê te rastin. Tu dadgerî heri mezinî.»

Xwedê jî wî ra got: »Ey Nûh, lawê te ne malbata te bû. Ew mîrovekê bê bawermend bû. Gerek tu ber însanê bê bawermend nekevî. »

Rb. Nûh desta ji Xwedê ef kirin xast. Xwedê jî duayên wî qebul kir.

Hêdî hêdî hemu tiþt mîna belê dibû. Dar û kulîlk dîsa hêþin bûn, heywanan jî lotik dan xwe û serê erdê belav bûn. Zarokên Rb. Nûh dîsa bûn xwedî zarok û zêde bûn. Mêr û jin dîsa serê erde belav bûn, dîsa bûn xwedî bostan, baxçe mal û melal, zevî hajotin û Xanî çê kirin.

Bi vî avayî Xwedê mîrovên ku yê fermanên wî tînin þûnê û rindîyê dikin xelat dike. Û mîrovên kû xwe þaþ dikin û Xwedê bîra xwe dikin, putan ra jî secde dikin (hustîyê xwe xar dikin) cezayê xwe dikþînin. Gava mirov tiþtekî nebaþ kir û pê hesîya, gerek ew poþman bûna xwe bîne zimîn. Wusa nekirin dibe sebeba cezakirina wî û ji bona poþman bûne dibe ku dereng be.


Ji zimanê elmanî: Remezan Derbaz.

Yapa Zeka Ýle Doðal Ahmaklýk Ölçülemez...

Cayemazi isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Cevapla

Bookmarks
Etiketler
nûh, rûmetbilind



Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir)
 
Seçenekler
Stil

Yetkileriniz
Konu Acma Yetkiniz Yok
Cevap Yazma Yetkiniz Yok
Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
Mesajýnýzý Deðiþtirme Yetkiniz Yok

BB code is Açık
Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-Kodu Kapalı
Trackbacks are Açık
Pingbacks are Açık
Refbacks are Açık

Hizli Erisim


WEZ Format +3. Þuan Saat: 14:30.

Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® JiyanBoard Version
Copyright ©2007 - 2009, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.2.0