FORUM Portal Albümlerim Sosyal Gruplar Kimler Online Bugünki Mesajlar
Geri git   JiyanBoard.org > FORUMA KURDİ -KÜRTÇE FORUM > Foruma Kurdi > Çirokên Kurdî
Kayıt ol CezalilarTüm Albümler Yardım Üye Listesi Ajanda Arama Bugünki Mesajlar Forumları Okundu Kabul Et

Konu Bilgileri
Konu Başlığı
Canfîda / Ekrem DENGDAR
Konudaki Cevap Sayısı
0
Şuan Bu Konuyu Görüntüleyenler
 
Görüntülenme Sayısı
4

Yeni Konu aç Cevapla
 
LinkBack Seçenekler Stil
Alt 10-18-2008, 13:29   #1 (permalink)
ROJ
 
Cayemazi - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
 
Üyelik tarihi: Sep 2008
Üye No: 69
Mesajlar: 2,169
Konular: 1710
Referanslari: 0
Arkadaslari: (2)
Cinsiyet: Beran
Kullandigi Tesekkür: 173
Aldigi Tesekkürler: 57
Tecrübe Puanı: 150
Aldigi Puanlar: 910
Cayemazi is a splendid one to beholdCayemazi is a splendid one to beholdCayemazi is a splendid one to beholdCayemazi is a splendid one to beholdCayemazi is a splendid one to beholdCayemazi is a splendid one to beholdCayemazi is a splendid one to beholdCayemazi is a splendid one to behold
Ruh Hali:
Son Aktivitesi: Bugün :   12:26 
Toplam Online Süresi: 4 Gün 19 Saat 2 Dakika 15 Saniye
Submit to Clesto Submit to Digg Submit to Reddit Submit to Furl Submit to Del.icio.us Submit to Jeqq Submit to Spurl
Cayemazi - MSN üzeri Mesaj gönder
Standart Canfîda / Ekrem DENGDAR

Bihar nû hatibû. Dar hêdî hêdî hêşîn dibûn. Kulîlk reng bi reng vedibûn. Rûzemîn weka jiyana piştî mirinê hêdî hêdî zindî dibû. Dengê zarok û çivîkan tevlîhev dibû. Dinya hêj jî serma bû. Dayika Koçerê li ser kevirê ber dîwêr, xwe li ber tavê germ dikir. Bi rûniştandina wê, zarok der û dora wê girtin. Tev bi hev re, bi yek dengekî daxwaziya xwe ji dayika Koçerê re gotin: "Dayê ji me re çîrokek bêje". Bû çend roj te ji me re çîrok negotiye!

Pîrê serê xwe bilind kir. Çavên xwe li ser zarokên der û dora xwe gerand. Birmotiya xwe ji bêrîka xwe derxist, hinek jê kişand û go:
-De ka bêjin ez kîjan çîrok ji we re bibêjim?

Azad: Çîroka Mîrze Mihemed bêje.

Eyşan: Çîroka Çîçrîskê bêje.

Zeynê: Welleh! Pepûkê xweştir e.

Çekdar: Di çîroka Rustemê kurê zal de qala şer dike; her dem tê de li hevûdu dixin. Ew ji hemû çirokan jî xweştir e.

Misto: Welle na! An 'Zembilfiroş' an 'Eliyê Diz' an jî 'Nêçîrvanê Virek' bêje. Elîşêr destê dayika Koçerê maç kir û bi dengekî hêdî go:
-Dayê! Ez jî daxwaziya xwe bibêjim?
-Jixwe tu kêm mabûyî! De ka bêje. Elîşêr mizurî kir û weha got:
-Dayê! Hemû çîrokên we xweş in. Ger ji min bipirsin hemûyan bi dor bibêjin.

Dayê bala xwe dayê ku wûsa nabe. Serê xwe rakir û li dûr nihêrt. Wekî li hêviya tiştekî an jî xeberekî be. Piştî çend deqqa, serê xwe xiste ber xwe. Zarok êdî zanibûn ku wê Koçerê biaxife. Dayê hilmekî pir kûr kişand û dest pê kir:
-Zaroyên min ên delal! Emrê min çû notûsisêya; ez êdî extiyar bûm. Mirin pir nêzîk bûye. Belkî carek dinê ez nikaribim çîrok ji we re bibêjim. Vê çîroka min tu car ji bîr nekin!

-Beriya bi çend salan, li welatê Xerzan li gundê Gulîstan; insan, heywan û hemû tiştên zîndî bi kêf û xweşî û bi azadî jiyana xwe didomandin. Her kes ji halê xwe razî bû; cîh û warê wan têra teva dikir. Ev rewş çend sal wûsa domand. Paşî rojek ji rojên zivistanê, gurên birçî, xedar û barbar girtin ser gund. Bi vê êrîşê re kevroşkek bi tenê kete destê wan. Vê kevroşka reben û belengaz pê re pê re xwarin û ji gund çûn. Li gorana gundiya, jixwe gur zikên xwe têr kirin û çûn, car din wê nêne gund! Lê mixabin ne wûsa bû. Dotira rojê dîsa gur girtin ser gund û belengazekî din jî xwarin. Yek, dido, sisê...Gundî dîtin ku wûsa nadome, gazî hevûdin kirin û li hev civiyan. Bi hev re şêwra xwe kirin. Lêbelê her yekî tiştek digo:
-Werin em ji gund derkevin; wê hingê emê ji destên guran xelas bibin!
-Werin em tev bi hev re ber xwe bidin; wê gavê gur bi me nikarin!
-Werin em der û dora gund bi sinc û sitrînan bigrin!
-Em çi jî bikin xelas nabin, beredayî em xwe ne westînin! hwd.

Di nav gundiyan de lehengekî navdar bi navê CANFÎDA kurê mîrê dîka hebû. Heta îro ne li kesî zilmkiribû û ne jî li ser xwe zilmê qebûl kiribû. Ji gundiya re weha got:
-Erd erdê me, ax axa me! Em îro mezlûm in; hêza me kêm e. Lê ez sond dixwim bi Xweda'yê Teala, em ne ji gund dertên ne jî vê zilmê qebûl dikin. Jixwe armanca guran ne têrxwarina wan e; xelaskirina me ye. Ger ji bo xwarinê bihatana, em ji bav û kalan de ji mêvana hez dikin; meyê rizqên xwe bi wan re pay bikira. Hûn heta sibê sebir bikin! Sibê bila kesek dernekeve derve.

Şev derbas bû, roj roniya xwe da ser gund. Herkes sekinî ka wê CANFÎDA çi bike. Gur hêdî hêdî bêtirs bi ser gund ve hatin! Dîtin ku dîkekî yek salî li meydana gund li benda wan sekiniye. Lê şaş man û jê pirsîn:
- Ma tu natirsî?
- Ezê ji çi bitirsim?
- Ji xwarina xwe bitirse; emê vêga te bixwin! Dîk serê xwe bilind kir û weha got:
- Mirin li pêşiya her kesî ye. Ezê bi şerefa xwe bimrim; lê hunê jiyana xwe bi zilm û zorê derbas bikin. Ez ji mirina xwe natirsim; lê hûn ji jîyana xwe bitirsin!

Hê dîk axaftina xwe neqedandibû, gur bi xayîntî êrîşî ser dîkê kirin û wî xwarin. Bi xwarina dîkê re gur jî pê re pê re ketin erdê û mirin. Lewra dîk berî vê êrîşê 'jahra mirinê vexwaribû'!

Çîroka me çû nav devîya; rehmet li dê û bavên me hemîya


Yapa Zeka İle Doğal Ahmaklık Ölçülemez...

Cayemazi isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Cevapla

Bookmarks
Etiketler
canfîda, dengdar, ekrem



Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir)
 
Seçenekler
Stil

Yetkileriniz
Konu Acma Yetkiniz Yok
Cevap Yazma Yetkiniz Yok
Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
Mesajınızı Değiştirme Yetkiniz Yok

BB code is Açık
Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-Kodu Kapalı
Trackbacks are Açık
Pingbacks are Açık
Refbacks are Açık

Hizli Erisim

Benzer Konular
Konu Konuyu Başlatan Forum Cvpl Son Mesaj
[2008] Xeyredin Ekrem - Êvare ~~siverekli~~ Kürtçe Tek mp3, Karma Muzikler 2 09-26-2008 20:02
Ekrem Cemil Bey Doğdu [1891] AdaR_21 Dirok (tarih) 0 09-23-2008 01:24
[2008] Xeyredin Ekrem - Êvare хέzάℓ Kürtçe Albüm Tanıtım 0 09-19-2008 23:19


WEZ Format +3. Şuan Saat: 14:24.

Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® JiyanBoard Version
Copyright ©2007 - 2009, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.2.0