FORUM Portal Albümlerim Sosyal Gruplar Kimler Online Bugünki Mesajlar
Geri git   JiyanBoard.org > FORUMA KURDİ -KÜRTÇE FORUM > Foruma Kurdi > Çirokên Kurdî
Kayıt ol CezalilarTüm Albümler Yardım Üye Listesi Ajanda Arama Bugünki Mesajlar Forumları Okundu Kabul Et

Konu Bilgileri
Konu Başlığı
Dema dibû payîz gundiyên me tevdîra zibistanê didîtin. Zivistana, li welat gelek
Konudaki Cevap Sayısı
0
Şuan Bu Konuyu Görüntüleyenler
 
Görüntülenme Sayısı
5

Yeni Konu aç Cevapla
 
LinkBack Seçenekler Stil
Alt 10-18-2008, 13:27   #1 (permalink)
ROJ
 
Cayemazi - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
 
Üyelik tarihi: Sep 2008
Üye No: 69
Mesajlar: 2,169
Konular: 1710
Referanslari: 0
Arkadaslari: (2)
Cinsiyet: Beran
Kullandigi Tesekkür: 173
Aldigi Tesekkürler: 57
Tecrübe Puanı: 150
Aldigi Puanlar: 910
Cayemazi is a splendid one to beholdCayemazi is a splendid one to beholdCayemazi is a splendid one to beholdCayemazi is a splendid one to beholdCayemazi is a splendid one to beholdCayemazi is a splendid one to beholdCayemazi is a splendid one to beholdCayemazi is a splendid one to behold
Ruh Hali:
Son Aktivitesi: Bugün :   12:26 
Toplam Online Süresi: 4 Gün 19 Saat 2 Dakika 15 Saniye
Submit to Clesto Submit to Digg Submit to Reddit Submit to Furl Submit to Del.icio.us Submit to Jeqq Submit to Spurl
Cayemazi - MSN üzeri Mesaj gönder
Standart Dema dibû payîz gundiyên me tevdîra zibistanê didîtin. Zivistana, li welat gelek

Dema dibû payîz gundiyên me tevdîra zibistanê didîtin. Zivistana, li welat gelek berf dibarî, rê û dirb dihatin girtin, pirr mirov hebûn ku şeş meha çavên wan bi bajêra nediket. Dê pêwîst bû ku tevdîra şeş meha bahata girtin.
Tevdîr çî bûn? Kesên heywanên wan heba kâ û gîha dicivandin, mêrgê wan heba diçinîn, hinekan gîha hûrdikirin dikirin kâ. Van salên dawîn hima herkesî gîhayê xwe hûrdikirin dikirin kâ, jiber hinek kesên nebaş gîha dişewitandin. Kesên mêrgê wan tunebana an rûyê mêrga kirî dikirin an jî jixwe re kâ û gîha distendin, bi vî awahî tevdîra heywana dihat dîtin. Carnan ku zivistanê dirêj bikira hinek kes kâ û gîhayên wan têr nedikir, kesên perê wan heba dikirîn, hinekan jî pezên xwe li cîrana belav dikirin heta çêre derketa. Hinek kesan jî pezên xwe dibirin welatê jêrîn, wek Riha û Amedê. Lê tevdîra mal jî hebû. Ew jî bi gelemperî genim kelandin (Serhediya jê re bilxur kelandin digotin) û dan kutan bû. Çend torbe arvan, kartol, pîvaz û tenekên rûn, penêr û toraq jî nedihat jibîr kirin. Lê van salên dawîn gelekan di şûna rûnê mal de yên sun’î (serhediya runê vite digotin) distendin, jiber ew rûna him sivik bû û him jî erzan bû. Vana karên serbixwe bûn, lê genim kelandin û dan kutan pirrê caran cîrana bihev re alîkarî dikir. Wê biçuna devê çemekî, genimê xwe bişûştina, agirê xwe vêxistina, berôş û sîtilên xwe danîna ser agir, genim têxistinayê û bikelandina. Piştî kelandinê genim diperçivî, lê bi rastî dema ku hêj germ bû gelek tam jî têde hebû. Carnan cîranan ji cîranan re genimê kelandi diyarî dikirin, me jê re digot bilxur hêj ku nahatibû hêran jî.
Piştî kelandinê genim li ser qesîl û palasa radixistin. Dema baş hişk biba îja ew genima an dibû bilxur an jî dibû dan. Pirrê kesan 3-4 torbe bilxur çêdikirin û bi qasî torbekî ji dan. Lewra dan wek bilxur pirr nedihat xwarin. Bilxurê me him di şûna xwe de û him jî di şûna birinc de dihat bikar anîn. Bi rastî tama bilxur jixwe ji birinc jî xweştir e, lê hinek kesên maldar birinc jî distendin, dema mêvan bahatana birinc meqbûltir bû. Boy vê jî hinek kesan xwarina bilxur biçûk didîtin. Ku dema hinekan liser nan û zadê wan henek bikirina digotin dinya nediya dinya nedî, bilxur dane ser gotin mala me eydî
Destarê bilxur li welat berê du kevir bûn. Kevirê binî pîjek dixistin navê, yê ser jî nava wê de qulek mezin çêdikirin, genim berdidan nav û kevir digerandin, her wiha ew genimê kelandi hûr dibû û dibû bilxur, lê hurîkên wî jî çêdibûn, ji wê re jî digotin bilxurê hûr. Bi bilxurê hûr jî kifte çêdikirin.
Ji dan kutanê re jî aşek hebû. Ew aşa kevireki mezin bû, nava wî derdixistin bi qasî tenekekî genim bikevê, jê re conî digotin. Conî ji kevirê nerm çêdibû lê her malek coniyê wan tunebû. Mirov dikare bêje di gundek biçûk de 2-3 conî ancex hebûn. Dûvre gazî ciwanên cîran dikirin û bi mêkuta ew genima dikutan. Bi gelemperî du heba bihev re li conî dixistin, du heb jî li dor conî rudiniştin, genim davêtin ber conî, lewra dema bi mêkuta li conî dixistin genim belav dibû, carnan derdiket serlêva conî, ku tevlihev neba dan baş nedihat kutanê.
Li welatê me cîhki ciwana hevdu nasbikira tunebû, bes dawet hebûn, jixwe li welat pirrên ciyan govenda mêr û jinan jî cuda bû, ta van salê dawîn jiyana nû tevlihev kir!.. Ciyê duwemîn yê boy naskirinê conî bûn. Ciwana dema dan dikutan bihev re sohbet jî dikirin, wisan dibû sedemê naskirina wan jî. Hinek caran jî liber conî ciwana quweta xwe diceribandin, bihev re diketin reqabetê, dema yekî mêkut li conî dixist yê din mêkutê xwe amade dikir, wisan yek wî yek yê din ta kîjan zû biwestiya. Xwarina wê rojê liser xwediyê bilxur bû, hinekan merdî dikirin ji wan re cixare jî distendin, lê kesî boy vî karî ucret nedistend.
Hinek xwedanê bilxur jî mexsûs wan dikir reqabetê daku zûtirî danê xwe bikutin. Dan kutan jî him ji kultura me ye, him jî karekî alîkariyê bû di nava cîranan de.
Belku niha hinek xwendevan qet navê coni seh jî nekiribin. Min xwest binvîsim daku ney jibîr kirin.

13.08.2005
M. Nûreddîn Yekta

Yapa Zeka İle Doğal Ahmaklık Ölçülemez...

Cayemazi isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Cevapla

Bookmarks
Etiketler
dema, dibû, didîtin, gelek, gundiyên, payîz, tevdîra, welat, zibistanê, zivistana



Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir)
 
Seçenekler
Stil

Yetkileriniz
Konu Acma Yetkiniz Yok
Cevap Yazma Yetkiniz Yok
Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
Mesajınızı Değiştirme Yetkiniz Yok

BB code is Açık
Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-Kodu Kapalı
Trackbacks are Açık
Pingbacks are Açık
Refbacks are Açık

Hizli Erisim

Benzer Konular
Konu Konuyu Başlatan Forum Cvpl Son Mesaj
Dema Çayxana xebat_63 Helbest (Şiir) 0 10-18-2008 02:01
Gelek ne ji vé gerdûné xebat_63 Helbest (Şiir) 0 10-17-2008 04:31
`gelek malper li tirkiyeyê qedexe ne` Kurde Ciya Çanda Giştî (Genel Kültür) 0 10-16-2008 21:56
Ez gelek tî me Nazlican Helbest (Şiir) 0 10-11-2008 19:51
Payiz xebat_63 Helbest (Şiir) 0 09-21-2008 01:22


WEZ Format +3. Şuan Saat: 14:34.

Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® JiyanBoard Version
Copyright ©2007 - 2009, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.2.0