Ji welatê sirgun paytextê paytextan re - Sezai Karakoç
JI WELATÊ SIRGUN PAYTEXTÊ PAYTEXTAN RE
Pêþî ez ji dilê te sirgun bûm
Ji aliyekî de hemû sirgunên min berdewamên vê
sirgunê ne
Li dervayê hemû merasîman, þayiyan, ayînan, cejnan
Hatme ba te, hatme xwe bavêjim lingên te
Hatme efûxwestinê, ku ne layiqê efê bim jî
Dirêj neke sirguna min a dunyê
Rojê ji biharê diqetîne
Evînê ji vê herî naçariyê diqetînê
Mîna ewrekî xwe
Belav dike dilê min
Ah! Dirêj meke sirguna min a dunyê
Çendî westa me, ne ji solê min
Ji lingên min xuya ye
Lembe xarin
Eynik melkemot
Dem dawî xeyalê hespê þewisî
Mal ne mîras, xeyaleta mîras e
Ey a dilê min anî dunyayê
Mezin kirî mêjandî
Ji perê teyran
Û þîrê teyran
Di þev û rojan de
Ji însaniyetê re mîna abîde bilind kirî
Delal
Delaltirîn
Ey Delal
Dirêj neke sirguna mina dunyê
A di hemû þiîran de dibêjim tu yî
Ku min got Sûna tu yî, min got Leyla tu yî
Seba te veþêrim ji dîmenên Salome û yên Belqis
min feyde girt
Vala bû xebata mina veþartinê welê tu eþkere ye
xuya ye
Balinde difirin seba teqlîda dilê te
Ji destên te berhev dike bihar kulîlkên xwe
Derya ji çavên te distîne xebera bêdawîtiyê
Ey nermtira dilan tewr kûr î
Delal
Delaltirîn
Ey Delal
Dirêj neke sirguna min a dunyê
Sal derbas bûn cot þopa nemir berda axê
Rahiþtim stêran tim tu pirsî nîvê þevan de
Qatê serbanan de qatê bodrûman de
Siya te bû lemba þevronîkira min a bê hempa
Di berbangên Qandîliyên qûrþûnî de
Bi te re peyvî mam di bihar û havîna emrekî de
Niha payiza wiya ji niþka ve hatî
Hatme ba te, hatme xwe bavêjim lingên te
Hatme efûxwestinê, ku ne layiqê efê bim jî
Ey Qudûsa nûjen (Meryem)
Ey Misra razê xwe, dilê xwe de digerîne (Zûleyxa)
Ey dilê dilovanê ku nermiyê dide hevrîþim
Delal
Delaltirîn
Ey Delal
Dirêj neke sirguna min a dunyê
Min hilweþîna çiyan dît îstikana Wenûs de
Mîna koleyan hatim firotin bazara bazaran de
Min zerbûna rojê dît dîwarê Qonstantîn de
Bi xeyalên te þewitîm derdora demcaman de
Siya te bû þewq dida û disekinî çavkaniya avjîn de
Di vê dema ramana mirinê ez girtime de
Bi tirsa hesabê nehatine dayîn
Hatme ba te, hatme xwe bavêjim lingên te
Hatme efûxwestinê, ku ne layiqê efê bim jî
Delal
Delaltirîn
Ey Delal
Dirêj neke sirguna min a dunyê
Ji teyrên welatê te çi xeber heye
Ji goran jî bihareke bilind dibe heye
Ji celladê eþqê çi xem madem ku yar heye
Ji tunebûn û hebûnê wêde hebûnek heye
Sûc giþ ne ê min e, nezereke min diþewitîne,
hildiweþîne heye
Bi heweskirina vê stranê gotinên werne gotin hene
Zînhar nebêj qeder e, ser qederê re jî qederek heye
Roj here ava çi dibe, mîmarekî þevê tamîr dike heye
Bi binketinê re serkeftineke ku mezin dibe heye
Seba gihaþtina razê razan li cem te kilîd heye
Di sîneya min de damareke paþ ve banga sirguna te
dike heye
Hêviyê nabirim ji te, di dilê te de bi navê merhametê
çinarek heye
Delal
Delaltirîn
Ey Delal
SEZAÎ KARAKOÇ
Werger: AZAD ÎBRAHÝM
|