Newroz
Newroz
Agirê Newrozê hel û pêkin
Guvend û Dilanê emê têkin.
Kada Bav û kalên Kurdana
Feridon, Cimsit û Kawana..
Ew ejdadê mejo û dîrokana
Leheng û Pêhlawanê Medana.
Evînîya jîne, jin û merana
Seyrana Keçan û xortana.
Cajna Kurda serê Salê
Bîst û yekê miha Adarê.
Roja nuwe lime sahî cejne
Li Kurdistanê xamil û renge.
Sox û Senge li Kurdistanê
Miha Adarê ya Serê Biharê.
Roja nuwe ji bona jiyanê
Jibo kar û xabat ked û danê.
Roja nuwe litevî Rojhilatê
Roja Serxwebunê û Falatê.
Ji bona diyarî,ya û xalatê
Sahiya me wa Newroz tê.
Roja nuwe bi rang û penge
Li Cîhanê buwe nav û denge.
Bi xêr hat disa bihar û Newroze
Navser dibê Cajna me teva Pîroze.
Navser Botanî
|