Konu: Rewþen
Tekil Mesaj gösterimi
Alt 10-09-2008, 04:37   #1 (permalink)
®Kurde Ciya
Super Moderator
 
Kurde Ciya - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
 
Üyelik tarihi: Sep 2008
Üye No: 5
Mesajlar: 1,211
Konular: 833
Referanslari: 1
Arkadaslari: (0)
Yaş: 27
Kullandigi Tesekkür: 206
Aldigi Tesekkürler: 65
Tecrübe Puanı: 150
Aldigi Puanlar: 1060
Kurde Ciya has much to be proud ofKurde Ciya has much to be proud ofKurde Ciya has much to be proud ofKurde Ciya has much to be proud ofKurde Ciya has much to be proud ofKurde Ciya has much to be proud ofKurde Ciya has much to be proud ofKurde Ciya has much to be proud of
Ruh Hali:
Toplam Online Süresi: 2 Gün 17 Saat 8 Dakika 52 Saniye
Submit to Clesto Submit to Digg Submit to Reddit Submit to Furl Submit to Del.icio.us Submit to Jeqq Submit to Spurl
Arrow Rewþen

MAMOSTE XEMREVÎN


Jin û xebatJin di her qada jiyanê de bi girîngiya rista xwe hesiyane. Roj nîn e ku nûçeyên der heqê jinan de di çapemeniyê de dernekevin. Ev nûçe gelek caran li ser binpêkirina mafên wan in. Li hember van binpêkirinan ew jî bi rê û rêbazên ku mafên xwe bi dest bixin têdikoþin.
Carinan bi ser dikevin, lê gelek caran jî bi gavên biçûk ve hêdî hêdî nêzî armancên xwe dibin. Ji encamên van armancan yek jî vekirina parka jinan a li Amedê ye. Ez bawer im ku we gelekan navê Parka Ekînê bihîstiye û hûn dizanin ku li wê derê bi tevahî xebatên ji bo jinan tên kirin. Di nav parkê de aþxaneyek heye û bi xwarinên cur bi cur havînê li derve û zivistanê jî li hundir di xizmeta gel de ye.
Mala Perwerdehiya Jinan a Cerenê jî di nav parkê de ye û di dawiya meha cotmehê de dê vebe û dest bi xebatên xwe bike. Avahiya Mala Perwerdehiyê ji du qatan pêk tê û Þaredariya Kayapinarê ji bo pazdeh salan daye jinan. Heta niha serîlêdanên ji bo qursên wekî kurdî, ingîlîzî, kompitûr û wêne xezkirinê hatine girtin. Heþtê serîlêdan hene û qurs gav bi gav dest pê dikin. Xebata dawî ya ku di van rojan de dest pê kiriye jî xebata qursa zimanê kurdî ye.
Di dema pêngava “Êdî Bes e! Em Perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin” de destpêkirina vê qursê ji bo me gelekî girîng e. Beriya çend salan xwendekarên zanîngehan ji dewletê ev xwesteka zimên kiribûn, lê bi awayekî domdar neketibû rojeva kurdan. Îro jî ji heft saliyan heta heþtê saliyan kurd daxwaza zimanê xwe dikin û bi çalakiyên xwe ew ê dev ji vê yekê bernedin.
Heke îro li parka Ekînê, li Mala Perwerdehiyê nêzî sih jianan kom bûne û dixwazin xwe di warê zimanê kurdî de perwerde bikin, ev gaveke gelekî pîroz û watedar e. Temenên van jinan di navbera bîst û sihan de ne û hemû ji bi awayekî ji dil û can xwe tev li xebatan dikin. Bi roj diçin kar û bi êvarê jî westa xwe nakin mane û diçin qursa zimên.
Rista jinan (dayikan) bi taybetî jî a jinên kurd a di warê zimên de tu kes înkar nake. Hînkirina zimanê zikmakî a zarokan an jî nehînkirina wî hemû di destê dayikan de ye. Ji bo vê yekê jî em vê xebata van jinan a di warê zimên de pîroz dikin û ji wan re serkeftinê dixwazin. Lê tenê xwestekeke min ji wan û kesên ku dixwazin tev li qursên zimên bibin heye ku bi awayekî domdar beþdarî qursan bibin ku ev dema wan a ku didin van qursa bila vala derbas nebe. Domandina qursên hemû zimanan birastî gelekî bi zehmet e. Divê beþdar vê yekê jî baþ bizanibin û li gorî wê tevbigerin.
Xebateke din a di vê navendê de yek jî avakirina pirtûkxaneyekê ye. Kampanyaya ji bo bexþandina pirtûkan hatiye destpêkirin. Heta niha gelek nivîskar, weþanxane, saziyên sivîl û kesên navdar jî pirtûk ji bo pirtûkxaneyê bi rê kirine. Ji bilî van kes û saziyan, rêveberên Cerenê ji her kesê/î jî pirtûkekê dixwazin û hêvî dikin ku ev yek di demeke kurt de pêk bê.
Wekî ku me li jor jî anî ziman xebatên der heqê jinan de gelek in. Bi van xebatan civakeke perwerdekirî û guhartî tê hedefkirin.
Heke ev xebat li her derê bi awayekî rêk û pêk bên kirin, jin dê bikaribin rê li ber gelek mafên wan ên ku tên binpêkirin bigirin.
Kurde Ciya isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla